Li Girê Spî ya dagirkirî pirsgirêka germkirinê

Welatiyên kantona Girê Spî ya dagirkirî bi hatina zivistanê re, ji ber ku nikarin sotemeniya ji bo germkirinê bikirin ku çeteyên dewleta Tirk bazirganiya wan kontrol dikin, berê xwe didin komkirina daran û depokirina gomê sewalan ji bo germkirinê.

Li Girê Spî ya dagirkirî pirsgirêka germkirinê
25 mijdar 2023   08:49
EYN ÎSA

Piştî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 9′ê Cotmeha 2019′an de kantona Girê Spî dagir kir, rewşên aborî û xizmetguzarî têk çûn, ji ber ku ew bihayên ard, mazot, madeyên zimhêrê û hwd kontrol dikin. Buhayê her bermîleke mazota sobeyan gihaşt nêzî 2 milyon û 200 hezar lîreyê Sûriyeyê anku her lîtreyek bû 11 hezar lîre.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker deriyê sînor ê di navbera delweta Tirk a dagirker û Girê Spî de û rêyên qaçaxçiyê bi rêya “nivîsgehên aboriyê” ku pereyan li tevahî madeyên derbasî kantonê dibin, kontrol dikin. Ew yek barê welatiyan girantir dike û nikarin pêdiviyên xwe yên sereke dabîn bikin.

Çavkaniyeke xwecih ji gundewarên kantona Girê Spî ya dagirkirî got xelkê gundewarên kantonê êdî bi mazota germkirinê nafikire, ji ber ku çete her tiştî didizin û kontrol dikin. Çavkanî got xelk bi hatina zivistanê re darikên pembo, garisê zer û gomê sewalan kom dikin ku xwe pê germ bikin.

Çavkanî destnîşan kir ku hin malbatên xizan ku erebeyên wan tune ne û nikarin kirê bikin, plastîkan ji çopê yan jî derdora gundan kom dikin ku xwe pê germ bikin.

(fr)

ANHA