Li Girê Spî dijî peymana 10'ê Adarê dargirinkirina erd pêk tê

Hevserokê Meclîsa Bajarê Eyn Îsayê nerazîbûna xwe ji ber nepêkanîna xalên peymana 10`ê Adarê anî ziman û got: “Li Girê Spî dijî peymana 10'ê Adarê dargirinkirina erd pêk tê.”

Li Girê Spî dijî peymana 10'ê Adarê dargirinkirina erd pêk tê
10 îlon, 2025   05:10
EYN ÎSA

Hevserokê Meclîsa Bajarê Eyn Îsayê, Sebrî Nebo, piştî îmzekirina peymana 10`ê Adarê ya di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyea Demokratîk û Serokwezîrê Hikûmeta Veguhêz a Şamê de, çebûye diyar kir ku nepêkanîna xalên peymanê, nemaze xalan 5`an a girêdayî vegera koçberan, anî ziman.

Di xala 5`an a peymanê de dibêje wê koçberên Sûriyeyê vegerin bajar û gundên xwe û parastina wan ji hêla Hikûmeta Sûriye ve bêkirin.

Sebrî Nebo, ji şêniyê Girê Spî ye, piştî êrişa dagirkeriya Tirk a li ser Serêkaniyê û Girê Spî di Cotmeha 2019`an de li ser axa xwe koçber bû.

Nebo ji ajansa me re got: "Zêdetirî 100 hezar şêniyên bajar û gundewarên Girê Spî neçar mane ku birevin û niha di kampan da ne avahiyên kevin de, di nav şert û mercên dijwar de dijîn."

Nebo behsa rewşa heyî ya li Girê Spî kir, û bal kişand li ser astengiya herî mezin a li pêşiya vegera şênyan nepêkanîna xalên peymana 10`ê Adarê û berdewamiya dagirkeriya dewleta Tirk e.

Nebo bal kişand ser hewldanên gumanbar ên kirîna milkên kesên ku ji Serêkaniyê koçber bûne û got: "Li ser medyaya civakî nûçe belav dibin ku hin kesên ji bo dagirkeriyê dixebitin hewl didin milkên koçberan ji bo hin saziyên Tirkan bikirin."

Nebo di dawiya axaftina xwe de hişyarî da xelkê Girê Spî ku nekevin nav xefika dagirkeriya Tirkiyê û got: "Em xelkê xwe hişyar dikin ku nekevin nav xefikan ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze herêmê de serweriya xwe zêde bike û  demografiya  me biguherin.”

(k)

ANHA