Ji Yekîneyên Şehîd Harûn 2 çalakiyên bibandor: 4 çete hatin kuştin

Yekîneyên Şehîd Harûn ên Taybet bi Operasyonên Hewayî yên QSDˋê li derdora Bendava Tişrînê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker 2 çalakî kirin.

Ji Yekîneyên Şehîd Harûn 2 çalakiyên bibandor: 4 çete hatin kuştin
25 kanûn, 2024   19:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyand ku Yekîneyên Şehîd Harûn ên Taybet bi Operasyonên Hewayî li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li derdora Bendava Tişrînê 2 çalakiyên bibandor kirin. 

Li gorî navendê, di encama çalakiyên yekîneyan de 4 çete hatin kuştin û çeteyek jî birîndar bû.

(fr)