Li Ganayê qeyikek binav bû: 15 kes mirin

Li Ganayê qeyikek binav bû. Di encamê de 15 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Ganayê qeyikek binav bû: 15 kes mirin
13 cotmeh, 2025   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Navîgasyona deryayî ya Ganayê bi daxuyaniyek ragihand di Gola Volta ya li herêma Oti ya Ganayê de, ku li perava Rojavayê Afrîkayê ye, qeyikek binav bû. Di encamê de 15 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî desteyê, ji kesên jiyana xwe ji dest dane, 11 zarok (5 kur û 6 keç) navbera 2-14 salî hene. Desteyê diyar kir ku bûyer roja Şemiyê  rû daye û ev agahî parve kir "Zarok û qurbaniyên din dema ji Okuma ber bi Bofim ve diçûn qeyika wan binav bû. 4 kesên mezin sax mane."

Desteyê destnîşan kir ku wê ekîbeke pispor şandiye cihê bûyerê da ku sedemên bûyerê lêkolîn bike û da zanîn ku li gorî agahiyên destpêkê, sedema binavbûna qeyikê barê giran ê li ser qeyikê ye.

Desteyê her wiha îşaret pê kir ku dê tedbîrên rêgirtina li ber van bûyeran zêdetir bike.

(bb)