Li Hemayê çekdaran şêniyek kuşt

Li bajarê Hemayê kesek ji aliyê çekdaran ve hat kuştin.

Li Hemayê çekdaran şêniyek kuşt
13 cotmeh, 2025   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku komeke çekdar li taxa Muşai ya Ferdûsiyê ya bajarê Hemayê kesek gulebaran kir. 

SOHR’ê diyar kir ku êriş duh êvarî rû daye û ev agahî parve kir "Hin çekdaran nehatin zanîn kî ne, gule li şêniyekî reşand û di cih de hat kuştin."

Li gorî SOHR’ê,  ji destpêka 2025’an ve li herêmên cuda yên Sûriyeyê hezar û 90 kes hatine kuştin, di nav de 33 jin û 22 zarok hene.

(bb)