Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê çûn Îmraliyê

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêber Abdullah Ocalan re, çûn Îmraliyê.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê çûn Îmraliyê
13 cotmeh, 2025   11:20
NAVENDA  NÛÇEYAN

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din çûn Girava Îmraliyê. 

Hat zanîn ku di şandeya parêzeran de Mazlum Dînç, Rezan Sarica, Sûzan Akîpa û Emran Emekçî cih digirin.