Li Fransayê rastgiriya tund nêzî desthilatdariyê ye

Li Fransayê roja Yekşemê hilbijartinên parlamentoyê hate lidarxistin, di tûra yekem de rastgiriya tund bi ferqeke mezin bû yekemîn.

Li Fransayê rastgiriya tund nêzî desthilatdariyê ye
1 tîrmeh 2024   12:01
NAVENDA NÛÇEYAN 

Sê hefte piştî hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê bang li zêdeyî 49,3 milyon hilbijêran hate kirin ku biçin ser sindoqan. Rêjeya tevlîbûna hilbijartinan, ji sedî 66,71 bû û ev hejmar li gorî hilbijartinên sala 2022’yan 19,2 pûan zêde bûye.

Yekîtiya Neteweyî (RN) a di bin lîdertiya Marîne Le Pen de ji sedî 33,15’ê dengan wergirt û weke partiya herî mezin derket pêş. Ev encam du qat ji dengên ku partiya Renaîssance wergirtî, zêdetir e. Renaîssance partiya Serokkomar Emmanûel Macron e û ji sedî 14,7’ê deng wergirt.

Cepheyê Gel ê Nû (NFP) ku ji partiyên çep pêk tê, sedî 27,99’ê dengan wergirt û li pey rastgirên tund ma.

Partiya Serokkomar Renaîssance bi tifaqên xwe MoDem û Horîzon re, bi giştî di rêjeya ji sedî 20,76’ê de deng bi dest xist û di rêza sêyemîn de cih girt.

Komarperest û komên din ên rast, bi sedî 10,23’ê dengan li pey wan bûn.