Qeyûm pîşiya endamên meclisê bû asteng

Endamên Meclîsa Şaredariya Colemêrgê ya bakurê Kurdstanê yên DEM Partiyê, ji bo diyarkirina rojevê xwestin biçin avahiya şaredariyê, lê belê ji aliyê dagirkeran ve hatin astengkirin.

Qeyûm pîşiya endamên meclisê bû asteng
1 tîrmeh 2024   12:08
NAVENDA NÛÇEAYN

Di 3’yê Hezîranê de li ser biryara Wezareta Karên Hundir Şaredariya bajarê Colemêrgê a bakurê Kurdstanê hate desteserkirin. 

Endamên meclîsê ji bo tev li civîna meha Tîrmehê bibin û rojevên heyî diyar bikin, çûn şaredariyê. Endamên meclîsê li ber deriyê şaredariyê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin.

Polîsan ji endamên meclîsê re gotin: “Me niha pirsî, wê meclîs necive. Heke li hundir karên we yên taybet an jî karûbarê dayîna fatûreyan hebe hûn dikarin derbas bibin.”

Li ser vê yekê endamên meclîsê xwestin bi nivîsgeha taybet re hevdîtinê bikin. Polîsan jî jê re gotin: “Nivîsgeha taybet niha guncaw nîne. Hûn nikarin hevdîtinê bikin.”

Endamên meclîsê jî li dijî rewşa astengkirinê û astengkirina biryara civînê ya endaman, li hundir raporek amade kirin.