Li Faşirê destdirêjî li 150 jinan hat kirin

Hate zanîn ku derdora 150 jin dema ku ji bajarê Faşir ê li herêma Darfûrê ya Sûdanê direviyan destdirêjiya zayendî li wan hatiye kirin.

Li Faşirê destdirêjî li 150 jinan hat kirin
8 mijdar, 2025   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Koordînasyona Giştî ya Kampên Koçber û Penaberan Adem Rîcal îro got zêdetirî 150 jin dema ji ber tundiyê ji bajarê Faşirê direviyan, hatin tacîzkirin û destdirêjiya zayendî li wan hat kirin.

Berdevk îşaret pê kir ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn êrişî kesên ku ber bi herêma Tewîla (nêzî 60 kîlometreyan li rojavayê Faşirê ye) direviyan, kir û di encamê de bi kêmanî hezar û 300 kes birîndar bûn.

Adem Rîcal da zanîn ku hejmara kesên gihaştin herêma Tewîla 15 hezar kir û got rewşa fîzîkî û derûnî ya hin kesan xirab e.

Rîcal destnîşan kir ku bi kêmanî milyonek koçberan xwe li herêma Tewîlayê girtiye û banga piştevaniya madî û derûnî kir.

(bb)