Li Dêrazorê hêzên Şamê 2 stasyonên avê şewitandin
Di encama êrişa hêzên hikumeta Şamê û çeteyên wê yên bi navê ˊDîfa El Wetenîˊ li rojhilatê Dêrazorê de 2 stasyonên avê bi temamî hatin şewitandin û ji xizmetê derketin.
![Li Dêrazorê hêzên Şamê 2 stasyonên avê şewitandin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202408/image_870x_66b3b0edb5a19.jpg)
Stasyona avê ya zeviya Omer ku dikeve rojhilatê taxa El Letwa ya gundê Zîban, avê dide 3 hezar malbat ên taxê. Hêzên hikumeta Şamê û Dîfa El Wetenî piştî ku êrişî gundê Zîban kir ew stasyona avê şewitandin.
Her wiha li gundê Ebû El Hemam 3 stasyonên avê hene. Stasyona yekem a gundê Ebû El Hemam ji aliyê hêzên hikumeta Şamê û Dîfa El Wetenî ve hat şewtandin. Wê stasyonê ava vexwarinê dida 4 hezar malbatan.
Transformer û dînemoyên her du stasyonên avê hatin şewtandin û ji xizmetê derketin.
ANHA