Li Eyn Îsayê şaneya parastina demsala çandiniyê hat avakirin 

Meclîsa Şaredariya Eyn Îsayê ji bo parastina demsala çandiniyê şaneya krîzê ava kir.  

Li Eyn Îsayê şaneya parastina demsala çandiniyê hat avakirin 
Li Eyn Îsayê şaneya parastina demsala çandiniyê hat avakirin 
Li Eyn Îsayê şaneya parastina demsala çandiniyê hat avakirin 
Li Eyn Îsayê şaneya parastina demsala çandiniyê hat avakirin 
12 gulan, 2025   14:21
EYN ÎSA 

Meclisa bajarê Eyn Îsayê yê kantona Firatê bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Aborî, Çandinî û Avê, Yekîtiya Şaredariyan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Parastina Civakî, civînek li dar xist. 

Di civînê de ji bo parastina demsala çandiniyê, li gorî biryarên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, şaneya krîzê hat avakirin. 

Rêveberiya Meclisa bajêr ji şaneyê xwest ku 5 navendên agirkujiyê li (Eyn Îsa, El Curn, El Hîşa, El Drûbiye, û Şêx Hesen) ava bikin, da ku tîmên agirkujiyê bi lez bighên. 

Endamên şaneyê tekez kirin ku di dema çinînê de divê komîteyên parastinê di nav gundan de, bi rêya komînan, werin avakirin. 

(k)