Li Eyn Îsayê navenda astengdaran hat vekirin

Li bajarê Eyn Îsayê navendek ji bo astengdaran hat vekirin.

Li Eyn Îsayê navenda astengdaran hat vekirin
Li Eyn Îsayê navenda astengdaran hat vekirin
Li Eyn Îsayê navenda astengdaran hat vekirin
Li Eyn Îsayê navenda astengdaran hat vekirin
Li Eyn Îsayê navenda astengdaran hat vekirin
Li Eyn Îsayê navenda astengdaran hat vekirin
Li Eyn Îsayê navenda astengdaran hat vekirin
Li Eyn Îsayê navenda astengdaran hat vekirin
Li Eyn Îsayê navenda astengdaran hat vekirin
16 îlon 2024   14:33
EYN ÎSA

Komîteya Kar û Barên Mirovî û Xebatê ya Meclisa Bajarê Girê Spî bi merasîmekê navendeke astengdaran vekir.

Navend li bajarê Eyn Îsayê bi amadebûna endamên Desteya Kar û Barên Civakî û Xebatê ya Kantona Firatê, endamên Meclisa Bajarê Girê Spî tevî astengdaran û malbatên wan hat vekirin.

Piştî vekirina navendê, hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî û Xebatê ya Kantona Firatê Hêlîn Hacim axivî. Hêlînê diyar kir ku Rêveberiya Xweser tevî hemû zehmetiyan jî xizmeta welatiyan dike û ev navend vekir.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Bajarê Girê Spî Hezai Mihemed jî anî ziman ku ev navend dê xizmeteke berfireh pêşkêşî şêniyên gundewarê bajarê Girê Spî û Eyn Îsayê bike. Hezai got, tevî êrişên li ser herêmên Eyn Îsayê jî ew ê xizmeta gel berdewam bikin.

Piştî axaftinan Koma Şehîd Hevrîn Xelef a Zarokên kampa koçberên Girê Spî çalakiyeke hunerî li dar xist.

Têkildarî xebatên navendê rêvebera Komîteya Kar û Barên Civakî û Xebatê ya Meclisa Girê Spî Îman Îbrahîm ev agahî dan: "Armanca me ji vekirina vê navendê  tenê tedawiya fîzîkî nin e, lê belê beşekî  ji bo perwerdeyên kombuter, fêrkirina xwendin û nivisandinê heye. Her wiha dê dewreyên fêrkirina dirûtinê jî werin vekirin. Ev hemû dê karibin mirov pêş bixin û ji bandorên dirûnî xilas bikin."

Li gorî hatibû plankirin, diviya ev navend berî 2 salan hatiba vekirin, lê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê çend caran hat taloqkirin.

(bb)

ANHA