Rêxistinên jinan êrişa çeteyan a li gundê Kaxirê şermezar kir

Rêxistinên jinan êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundê Kaxirê yê Efrînê şermezar kirin û diyar kir ku hêzên navneteweyî û hikumeta Şamê berpirsên sûcên li herêmên dagirkirî ne.

Rêxistinên jinan êrişa çeteyan a li gundê Kaxirê şermezar kir
16 îlon, 2024   14:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Di serî de jin, şêniyên gundê Kaxirê yê Efrînê duh (15’ê Îlonê) xwepêşandan li dijî dagirkeran li dar xistin. Şêniyan xwest dagirker xizmên wan ên revandî berdin. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker gule li şêniyan reşandin, li wan dan, hinek ji wan birîndar kirin û hin jî revandin. Her wiha gund dorpêç kirine û înternet li ser gund qut kirine.

Têkildarê mijarê Meclisa Jinan a Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de pêkanînên dagirker û çeteyan ên li dijî şêniyên Efrînê û bajarên din ên dagirkirî hatin şermezarkirin. Hate gotin, hikumeta Şamê, civaka navneteweyî û tevahî hêzên destwerdanê li aloziya Sûriyeyê dikin, berpirsên van sûcan in.

Rêxistina Kongra Star a Helebê jî bi heman armancê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li herêma Cebanat a taxa Şêxmeqsûdê bi amadebûna bi dehan jinan hat dayîn.

Endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê Fehîme Hemo daxuyanî xwend û îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker siyasetên xwe yên şovenîst li dijî gelê Kurd didomîne da ku guhertina demgorafîk pêk bîne.

Fehîme Hemo anî ziman êrişa li ser sivîlên gundê Kaxirê komkujiya şeva Newroza 2023’yan a li Cindirêsê tîne bîra wan ku di encamê de 4 ciwan şehîd bûn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku civaka navneteweyî û hêzên îdiaya demokrasiyê dikin, berpirsên van sûcan in.

(bb)

ANHA