Dewleta Tirk li Dihokê mizgeftek bombebaran kir

Balafirên dewleta Tirk a dagirker mizgefta gundê Xankê ya Amêdiyê bombebaran kir.

Dewleta Tirk li Dihokê mizgeftek bombebaran kir
30 mijdar, 2023   20:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnews′ê balafirên dewleta Tirk a dagirker gundê Xankê yê girêdayî navçeya Amêdiyê yê ser bi parêzgeha Dihokê ev du rojin bombebaran dikin. Hate zanîn ku mizgefta gundê Xankê ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve bi dijwarî hatiye bombebarankirin.

Her wiha hate gotin, balafirên dewleta Tirk mizgefta gund bombebaran kir, piştre navenda gund û xelkê sivîl yê gund jî hatiye bombebarankirin.