Li Enqerê civîna dawî ya Komîsyona Meclisê dest pê kir

Civîna dawî ya Komîsyona Meclîsê bi rojeva rapora hevpar bi serokatiya Serokê Meclisa Tirkiyê Numan Kurtulmuş dest pê kir. Piştî gotûbêjên partiyên siyasî rapora hevpar dê bi raya giştî re bê parvekirin.

Li Enqerê civîna dawî ya Komîsyona Meclisê dest pê kir
18 sibat, 2026   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Enqerê civîna 21`an ango civîna dawî ya Komîsyona Meclîsê ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di meclisa Tirkiyê de hatibû avakirin dest pê kir. Komîsyon bi Serokatiya Serokê Meclisa Tirkiyê Numan Kurtulmuş bi rojeva rapora hevpar civiya. Piştî gotûbêjên partiyên siyasî rapor dê ji raya giştî re bê parvekirin. Piştî parvekirina rapora hevpar Komîsyona Meclîse ya di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclîsê di 5`ê Tebaxa 2025`an de hatibû damezrandin dê xebatên xwe bi dawî bike.