Gundewarê Siwêdayê hat topbarankirin

Gundên rojavayê bajarê Siwêdayê duh derengiya şevê bi çekên giran hatin topbarankirin.

Gundewarê Siwêdayê hat topbarankirin
6 mijdar, 2025   08:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Siwêdayê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên hikumeta veguhêz duh derengiya şevê bajarokê Resas ê rojavayê bajarê Siwêdayê topbaran kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin "Komên tundraw ên girêdayê desthilata terorîst a serdest a Şamê ku  hewl didin istiqrarê xirab bikin û tirsê bixin nava sivîlan, careke din agirbest binpê kir û bi awayekî bê serûber gule ber bi bajarokê Rîsasê ve reşandin.  Ev êriş li rêzebinpêkirinên wê yên sîstematîk zêde dibe. "

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Hêzên Parêzvanên Nîştimanî bi rêbazên guncaw bersiva jêdera êrişê dan û wiha hat bidawîkirin "Hêzên Parêzvanên Nîştimanî ku geşedanên meydanî bi baldarî dişopînin dê bersiva êrişan bidin û ewlehiya xelkê El Cebel û rûmeta wê biparêzin."

(bb)