Li Efrînê qirkirina xwezayê didome

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 164 darên zeytûnan birîn.

Li Efrînê qirkirina xwezayê didome
16 mijdar, 2024   12:17
NAVENDA NÛÇEAN

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker 9ˈê Mijdara îsal 164 darên zeytûnan birîn.

Çavkaniyan da zanîn ku darên hatine birîn ên welatiyê bi navê Mistefa Nûrî Osman ê ji gundê Gurzêkê yê bajarokê Şêrawa ne.

Çavkaniyan her wiha diyar kir ku temenê darên hatine birîn û berhemên wan hatine dizîn, zêdetirî 35 salan e.

(bb)