Êrişên Îsraîlê yên li ser taxên li başûrê Beyrûtê didomin

Artêşa Îsraîlê piştî fermana valakirina taxekê, careke din taxên başûrê Beyrûtê bombebaran kirin.

Êrişên Îsraîlê yên li ser taxên li başûrê Beyrûtê didomin
16 mijdar, 2024   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê piştî fermana valakirina taxekê, vê sibehê dîsa taxên başûrê Beyrûtê bombebaran kirin.

AFPˈê dîmenên bombebarankirina taxekê weşandin.

Çapemeniya girêdayî Hizbullahê jî ragihand ku artêşa Îsraîlê dîsa ber bi derdora bajarokê Şemaî yê başûrê Lubnanê ve diçe.

Balafirên şer ên Îsraîlê duh bi şev jî taxên başûrê Beyrûtê û hin herêmên başûrê Lubnanê bombebaran kirin.

(bb)