Bîlançoya êrişên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê: 42 kes hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê ji destpêka vê mijdarê ve 16 êrişên hewayî li ser Sûriyeyê pêk anîne. Li gorî SOHR’ê di encama êrişan de 42 kes hatine kuştin.

Bîlançoya êrişên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê: 42 kes hatin kuştin
16 mijdar, 2024   13:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku artêşa Îsraîlê ji destpêka mijdarê ve 16 êrişên hewayî li ser Sûriyeyê pêk anîne.

SOHR’ê diyar kir ku encama van êrişan de 42 kes hatine kuştin û 23 hedef (depoyên çekan, baregeh, navend û erebe) hatine derbekirin.

Li gorî SOHR’ê ji 16 êrişan; 4 li Şam û gundewarên wê, 9 li Humisê, yek li Helebê, yek li Siweydayê û yek li Idlibê hatine kirin.

(bb)