Li Efrînê nexşeya kontrolkirina çeteyan hat guhartin

Li gelek bajarokên Efrîna dagirkirî di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de pevçûn derketin û di encamê de jinek birîndar bû û zirarê madî gihîşt mal û milkên şêniyan. Her wiha di encamê de nexşeya kontrolkirina çeteyan a gundên bajarê dagirkerî hat guhartin.

Li Efrînê nexşeya kontrolkirina çeteyan hat guhartin
17 cotmeh, 2024   16:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de "Quwe Muşterekê" û "Siqûr El Şemal" li bajarokên Bilbilê, Şera û gundên gundewarê Ezazê derket. Di encamê de ji herdu aliyan kuştî û birîndar çêbûn.

 Çavkaniyên xwecih ên ji hundirê Efrînê da zanîn ku pevçûna di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de yên "Quwe Muşterekê" û "Siqûr El Şemal" li bajarokên Bilbilê û Şera yên kantona Efrînê ya dagirkirî derketin.

Çavkaniyan da zanîn ku pevçûnan heta saetên sibehê dom kirin û di encamê de nexşeya kontrolkirinê ya çeteyan hat guhartin.

Hat diyarkirin ku çeteyên "Quwe Muşterekê" li dijî noqteyên çeteyên "Siqûr El Şemal" ên li gundê Elîcaro yê bajarokê Bilbilê û gundên Qitmê, Kefercenê û Qestel Cindo yên bajarokê Şera, êriş kir û ew kontrol kirin.

 Her wiha hat zanîn ku pevçûn gihîştin bajarokê Meryemînê û çeteyên "Cebhe Şamiyê" jî ji bo piştgiriya çeteyên "Siqûr El Şemal" tev li pevçûnan bûn.

Çeteyên "Cebhe Şamiyê" noqteyên çeteyêm "Quwe Muşterekê" yên bajarokê Meryemînê kontrol kirin.

Her wiha di pevçûnan de tank û wesayîtên leşkerî yên çeteyan hatin rûxandin û li şêniyên herêmê yên resen û yên ku li wir hatine bicihkirin koçber bûn.

Piştî ku pevçûn gihîştin taxan, jinek ku ji kampan koçber bibû birîndar bû.

Tê zanîn ku li deverên dagirkirî hîn jî pevçûn û rewşa bêaramiyê serwer e.

(mh)