Pevçûna li Efrînê gihîşt 3 gundên din

Pevçûna di navbera çeteyên "Quwe Muşterekê" û yên "Siqûr El Şemal" de gihîşt 3 gundên din ên bajarokê Bilbilê yê Efrîna dagirkirî. Ev jî di çarçoveya siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên jihevxistina çeteyên "Siqûr El Şemal" de ye.

Pevçûna li Efrînê gihîşt 3 gundên din
17 cotmeh, 2024   17:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ji hundirê Efrîna dagirkirî da zanîn ku pevçûnên di navbera çeteyên "Quwe Muşterekê" û yên "Siqûr El Şemal" ên dewleta Tirk a dagirker de gihîştin gundên Şêxorzê, Sarîncekê û Kotana yên bajarokê Bilbilê.

Di encama pevçûnan de duh nexşeya kontrolkirina çeteyan a li gundên Efrîna dagirkirî hat guhartin, jinek birîndar bû û zirarê madî gihîşt mal û milkên şêniyan.

 Ji duh ve rewşeke nearam li gundên bajarê Efrînê serwer. Ew jî ji ber daxwaza dewleta Tirk a dagirker e ku çeteyên "Siqûr El Şemal" ji hev bixe nexasim ku çeteyan vê dawiyê serî ji siyasetên wê re netewand.

(mh)

ANHA