Li Efrînê mûdîrê dibistanekê îşkence li zarokekî kir

Li bajarê Efrînê yê dagirkirî, mudirê dibistanekê li dijî zarokekî efrînî şîdet bi kar anî.

Li Efrînê mûdîrê dibistanekê îşkence li zarokekî kir
28 îlon, 2025   20:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriye detayên şîdeta li zarokê efrînî Ciwan Osman (12) hatiye kirin, belav kirin. 

Rêxistinê bi bîr xistin ku 28`ê Îlonê mudirê dibistana El Itîhad El Erebî yê bi navê Cadullah ku ji derveyî Efrînê ye, şîdet li zarokê efrînî Ciwan Osman (12) bi kar aniye. Ciwan di refa 6 a seretayî de ye. Dibistana navborî li paş stada taxa Efrîna Nû ya li bajarê Efrînê ye.

Rêxistinê diyar kir ku mudir, di cil û bergên Ciwan de lêgerîn kiriye û jê re gotiya ka kêr? Zarok jî bersivandiye ku kêr pê re tune ye. Li gorî bavê Ciwan; lewma mudir li Ciwan xistiye û li pêlekanê wer kiriye.

Rêxistinê vegotina detayên bûyerê wiha domandin: “Dema zarok vedigere mal û ji dayîka xwe re bûyerê vedibêje, dayîk pê re diçe dibistanê ji bo ku sedemê fêm bike. Lê mudirê dibistanê bi ser de diçe û jê re dibêje; biçe li cem kê gilî dikî gilî bike qe ne xema min e”.

(şx)