Li Efrînê kesekî din hat revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şêniyek ji bajarê Cindirêsê yê Efrînê revand.

Li Efrînê kesekî din hat revandin
19 gulan, 2024   15:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyek xwecih diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker duh (Şemiyê 18 Gulanê) şêniyê bi navê Rêber Reşîd Elî (37) revand û birin cihekî ne diyar.

Heman çavkanî got Rêber Reşîd Elî dema di benda kontrolê yê ketina bajarê Cindirêsê re derbas dibû, hat revandin.

Çavkanî destnîşan kir ku Rêber ê ji xelkê Cindirêsê ye beriya hefteyekê bi darê zorê ji Tirkiyeyê hatibû derxistin.

(bb)

ANHA