Dagirkeran qadên çandiniyê topbaran kirin

Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên kantona Minbicê bi çekên giran topbaran kirin û di encamê de agir bi qadên çandiniyê û darên zeytûnan ketiye.

Dagirkeran qadên çandiniyê topbaran kirin
19 gulan, 2024   15:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Leşkerî ya Minbicê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de eva gahî hatin parvekirin: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên bakur û rojavayê kantona Minbicê bi çekên giran topbaran dikin. Gundên têne topbarankirin ev in: Mehsenkî, Seyada, Girhiyuk, Qertwêran, Kawiklî, Um Cilûd, Ewn Dadat û Toxar. Tê zanîn ku li van gundan niştecih hene. Heta vê kêliyê 95 top li van gundan ketine. Di êrişa li ser gundê Toxarê de agirekî mezin bi zeviyên çandiniyê û darên zeytûnan ketiye. Şewat heta niha dewam dike. Li gundê Kawiklî û Girhiyuk ku ji aliyê baregehên Tirkiyeyê yên li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî ve tên topbarankirin agirbest bi zeviyên çandiniyê ketiye."

(bb)