YNK: Divê hilbijartin bên lidarxistin

Berdevkê YNK’ê Seedî Ehmed Pîre da zanîn ku PDK nahêle hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê bê lidarxistin.

YNK: Divê hilbijartin bên lidarxistin
19 gulan, 2024   15:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê YNK’ê Seedî Ehmed Pîre di daxuyaniyek çapemeniyê de balkêşa ser sedema lidarnexistina hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê.

Pîre da zanîn ku heya niha jî PDK’ye nahêle hilbijartin bê lidarxistin û got; “zû yan direng, wê ev hilbijartin bê lidarxistin. Ji bo vê çiqas zû were lidarxistin, ji bo rewşa herêmê baştire”.

Pîre derbarê rewşa Kerkûkê de jî got; “Divê aliyên siyasî bihevre li ser waliyek ji bo hemû pêkhateyên Kerkûkê lihev bikin. Nabe aliyek ku kêm kursî anîbe, rê li diyarkirina waliyek ji bo Kerkûkê bike.”