Li Efrînê jinek ji aliyê çeteyan ve hat revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker  jinêkê ji navçeya Raco  ya  Efrînê revandin.

Li Efrînê jinek ji aliyê çeteyan ve hat revandin
11 sibat 2024   15:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Efrîn Post, çeteyên dewleta Tirk a dagirker di 9’ê Sibatê de jina Kurd a bi navê Rula Hemdo (38) li Ezazê revandin.

Rula Hemdo ji navçeya Raco ye û li navenda bajarê Efrînê dimîne û dema ku  xwest li gel hevalên xwe biçe bajarê Ezazê ji aliyê çeteyên "Têkoşîna li dijî Terorê" ve hat revandin.

Efrîn PostEfrîn post, li ser hesabê xwe ya telegram belav kir û bi bîr xist ku çeteyn Rula û hevalên wê revandine û birone navenda xwe ya Ezazê , lêpirsîn kirine li wir hevalên Rula berdan û Rula li cem xwe hiştine.

Heta niha çarenûsa Rula Hemdo nayê zanîn.