Jinên Tolhildêr li Stenbolê wesayitên faşîstan şewitandin

Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr ragihand ku li navçeyên cuda yên Stenbolê çar wesayit şewitandine.

Jinên Tolhildêr li Stenbolê wesayitên faşîstan şewitandin
11 sibat 2024   15:52
NAVENDA NÛÇEYAN 

Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr ragihand ku li navçeya Şîrînevler a Stenbolê wesayitek, li Beylîkduzuyê wesayitek û li Bagcilarê jî du wesayit şewitandine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, wesayit 'ên faşîstan' bûn. Înîsiyatîfê got, "Yên ku êrîşî destketiyên gelê me dikin, yên ku zexta sîxurî, narkotîk û fûhûşê li ciwanên Kurd ferz dikin, di hedefa me de ne."