Li Efrînê çeteyan hezar darên zeytûnê desteser kirin

Çeteyên "Hemzat" û "Emşat" ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker hezar darên zeytûnê yên welatiyekî ji bajarokê Bilbilê yê Efrînê desteser kirin.

Li Efrînê çeteyan hezar darên zeytûnê desteser kirin
5 îlon, 2025   13:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên "Hemzat" û"Emşat" ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker hezar darên zeytûnê yên malbata Bîlal Oso ya ji gundê Elî Jaro yê bajarokê Bilbilê yê Efrînê desteser kirin.

Çavkaniyên xwecihî daxuyand ku çeteyan kokên darên zeytûnê bi rengê sor boyax kirin. Ev yek îşaretê pê dike ku mewsima îsal ji bo wan e û desteser kirine.

Hevjîna Bîlal Oso ya bi temen ji bo xwedî li darên xwe yên zeytûnê û mala xwe derkeve di vê dawiyê de vegeriya gundê xwe.

(fr)