‘Azadiya me bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye’

Şêniyên bajarê Holê û Til Hemîsê yê kantona Cizîrê destnîşan kir ku azadî û hebûna wan bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û li ser vê esasê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bikeve dê çalakiyên wan ranewestin.

‘Azadiya me bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye’
‘Azadiya me bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye’
‘Azadiya me bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye’
‘Azadiya me bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye’
‘Azadiya me bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye’
‘Azadiya me bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye’
6 tebax 2024   03:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Gel di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan de çalakiyên xwe li hemberî tecrîdê û îşkenceya li dijî Rêber Abdullah Ocalan zêde dikin.

Şêniyê bi nave Ebdullah Mihemed ê ji bajarê Holê yê kantona Cizîrê diyar kir ku têkoşîna wan di vê çarçoveyê de berdewam e û bi rêya van çalakiyan tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin.

Mihemed got: "Divê em çalakiyên dîtir li dar bixin ji bo ku dengê xwe ragihînin cîhanê. Ji bo ku fişarê li dewleta Tirk a faşîst bê kirin û ew jî tecrîdê bi dawî bike."

Şêniya bi nave Zerîqa Mihemed ê ji Holê teqezî bi mezinkirina têkoşînê û lidarxistina çalakiyan di çarçoveya pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan de, da.

Welatiya bi navê Şeyma El Hemadî ya ji Holê got: "Em deyndarên Rêbertî ne ku em ê têkoşîneke xurtir bidin meşandin."

Xalid El Nayif ê ji Til Hemîs got: "Fikrên Rêber Abdullah Ocalan em ji zilma çeteyên dewleta Tirk a dagirker û DAIŞ'ê rizgar kirin û ji me re diyar kir ku rêya xelasiyê rêxistinkirin û xweparastin e. Em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li ser vê şopê bin."

El Nayif bang li rêxistinên mirovî û hêzên navneteweyî kir ku li hemberî tecrîdê helwesteke cidî nîşan bidin.

Welatiya bi navê Ebîr Ebdullah a ji gundê Til Ehmed ê Til Hemîs destnîşan kir ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan jin li hemberî fikrên pergala baviksalar kirin yek."

(mh)

ANHA