Li Efganistanê di êrişekê de 10 kes hatin kuştin

Li eyaleta Baghlan a bakurê rojhilatê Efganistanê di dema pêkanîna rê û resmên olî de êrişeke çekdarî hat kirin. Di encamê de 10 kes hatin kuştin.

Li Efganistanê di êrişekê de 10 kes hatin kuştin
22 mijdar, 2024   15:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Hundir a Efganistanê Abdulmetîn Qanî ragihand ku li eyaleta Baghlan a li bakurê rojhilatê Efganistanê kesekî gule li perestgeheke sûfiyan reşandin û di encamê de 10 kesên nimêj dikir, hatin kuştin.

Êriş dema ku endamên mezhebeke sofiyan rê û resên heftane li perestgehekê pêk dianîn, hat kirin.

(bb)