Rûsya: 23 balafirên bêmirov ên Ukraynayê hatin xistin

Pergalên parastina hewayî yên Rûsyayê 23 balafirên bêmirov ên Ukraynayê xistin xwarê.

Rûsya: 23 balafirên bêmirov ên Ukraynayê hatin xistin
22 mijdar, 2024   15:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku pergala wê ya parastina hewayî 23 balafirên bêmirov ên Ukraynayê xistine xwarê.

Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin: "Şeva din rejîma Kîevê hewl da bi balafirên bêmirov êrişeke terorî li ser axa Rûsyayê pêk bîne. Pergala parastina hewayî 23 balafirên bêmirov ên Ukraynayê xistin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pergalên parastinê 12 balafirên bêmirov li herêma parêzgeha Bryansk, 9 li herêma Kaluga û 2 li herêma Kurskê îmha kirine.

(bb)