Helwestên der barê biryara li dijî Netanyahu de

Li hemberî biryara Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ya girtina serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û wezîrê şer ê berê yê Îsraîlê Yoav Gallant de helwestên cuda derketin.

Helwestên der barê biryara li dijî Netanyahu de
22 mijdar, 2024   15:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeha Ceza ya Navneteweyî duh biryara girtina serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û wezîrê şer ê berê yê Îsraîlê Yoav Gallant dabû. Netanyahu û Gallant bi pêkanîna sûcên şer li Xezayê hatin tawanbarkirin.

Der barê biryara girtina Netanyahu û Gallant de helwestên cuda derketin.

Benjamin Netanyahu anî ziman ku “ew ê teslîmî zextan nebe” û got: "Her biryareke giran a li dijî Îsraîlê dê min ji domandina parastina welatê me paşde venegerîne."

Berpirsê siyaseta derve ya Yekitiya Ewropayê Josep Borrell got biryara Dadgeha Ceza biryareke ne biryareke siyasî ye. Borrell bang li aliyên pêwendîdar kir ku rêzê ji biryarê re bigirin û ji bo pêkanîna wê bixebitin.

Wezîrê karên derve yê Îrlandayê Michael Martin daxwaz kir ku rêz li serxwebûn û bêalîbûna Dadgeha Ceza bê girtin û xwest biryar neyê astengkirin.

Serokwezîrê Îrlandayê Simon Harris, biryara girtinê wek “gaveke pir girîng" nirxand. Harris destnîşan kir ku sûcên di biryarê de hatine qalkirin, xeternak in.

Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban got ew ê serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu vexwîne serdana Macaristanê û dê nehêle biryara girtinê ya ku ji hêla Dadgeha Ceza ve li dijî Netanyahu ve hatiye dayîn, bi cih were. Orban biryar wek "şaş" nirxand.

Wezîrê karên derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg jî biryara girtinê wek "nayê fêmkirin û pêkenok" bi nav kir. Lê ofîsa Schallenberg jî destnîşan kir ku Awisturya wek aliyekî Yasaya Romayê ye, mecbûr e li gorî biryarê tev bigere.

Serokkomarê Arjantînê Javier Mele jî daxuyaniyek bi sernavê "Ragihandina Komara Arjantînê ya parastina Îsraîlê" weşand. Di daxuyaniyê de biryara dadgehê ya li dijî Netanyahu û Gallant şermezar kir û wek "xerakirina edaletê" bi nav kir.

Rêxistina Human Rights Watch diyar kir ku biryar "nêrîna ku hin kes di ser yasayên navneteweyî re ne" red dike.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî da zanîn ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştî biryara Dadgeha Ceza niha "bi fermî tê xwestin".

Berdevkê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, Stephane Dujarric ragihand ku biryara girtina her du rayedarên Îsraîlê dê rê li ber mîsyona hevdîtinên sekreterê giştî yê NY’yê Antonio Guterres û berpirsên din ên NY’yê negire.

Wezîrê karên derve yê Urdinê Eymen El Sefedî biryara dadgehê wek erênî nirxand û bang li tevahî dewletên endam kir ku rêzê ji biryarê re bigirin. El Sefedî got: "Gelê Filistînê hêjayî edaletê ye. Lê nabe civata navneteweyî hin biryarên dadgehan ên di dozekê de qebûl bikin û di dozen din de qebûl nekin."

Tevgera Hemasê biryar wek "gaveke dîrokî ya girîng û sererastkirina rêya demdirêj a li dijî zilma dîrokî ya li ser gelê Filistînê" nirxand.

Fermandarê Artêşa Pasdaran a Îranê Hisên Selamî jî biryara li dijî Netanyahu û Gallant wek "mirina siyasî ya Îsraîlê" wesifand.

Berdevkê tevgera Fetih Ebdulfetah Dewla fermanên girtinê yên li dijî Netanyahu û Yoav Galant wek "gaveke wêrek a li hember sûc û binpêkirinên giran ên ku ji aliyê hikumeta dagirker ve hatine kirin" şîrove kir.

Serokwezîrê Slovenyayê Robert Golub got welatê wî dê rêzê li biryara Dadgeha Ceza ya li dijî rayedarên Îsraîl û Hemasê bigire û biryarê bi cih bîne.

Wezîrê parastinê yê Îtalyayê Guido Crosetto jî anî ziman ku eger Netanyahu serdana Îtalyayê bike, welatî wî neçar e wî bigire.

Swîsre û Swêdê jî ragihand ku ew neçar in li gorî Yasaya Romayê tevkariyê bikin. Her wiha diyar kirin ku eger Netanyahu û Gallant derbasî welatê wan bibin, dê wan bigirin û radestî dadgehê bikin.

(bb)