Li Dirbêsiyê şêniyan banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir

Bi sedan şêniyên bajarên Dirbêsiyê, Til Temir û Zirganê yên kantona Cizîrê di meşekê de soz dan ku heta azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin, dê têkoşînê bidomînin û li qadan bin.

Li Dirbêsiyê şêniyan banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
Li Dirbêsiyê şêniyan banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
Li Dirbêsiyê şêniyan banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
Li Dirbêsiyê şêniyan banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
Li Dirbêsiyê şêniyan banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
Li Dirbêsiyê şêniyan banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
28 tebax, 2025   21:41
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarên Dirbêsiyê, Til Temir û Zirganê yên kantona Cizîrê meşiyan û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin. Şêniyan got têkoşîna wan li gorî pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk, berdewam e.

Meş ji Qada Jinan a bajarê Dirbêsiyê dest pê kir. Şêniyan hate Qada Şehîdan meşiya. Bi wan re endamên saziyên sivîl, tevgerên ciwanan, jinan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî meşiyan û alên Rêber Abdullah Ocalan, pankartên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hildan.

Li Qada Şehîdan meş rawestiya û veguherî mitingê. Di mitingê de, endama Kongra Star a Dirbêsiyê Fatme Keleş axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker hîna tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan didomîne û ti gavan ber bi pêvajoya aştiyê ve navêje.”

Fatme di dawiyê de got: “Em ê têkoşînê bidomînin û heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin, dê li qadan bin.”

(şx)

ANHA