Şêniyên Helebê şervanekî HRE`yê oxir kir

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê û koçberên Efrînê cenazeyê şervanê HRE`yê şehîd Rizgar Aqîbê oxir kir û gotin dê destkeftiyên şehîdan biparêzin.

28 tebax, 2025   21:24
HELEB

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê û koçberên kantona Efrîn û Şehbayê li Goristana Şehîdên Berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye ya li herêma Şiqeyf cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) şehîd Rizgar Aqîbê (Mihemed Eseed Talib) spart axê.

Şervanê HRE`yê Rizgar Aqîbê 25`ê Tebaxê dema li ser erka xwe bû li bajarê Mansûra yê kantona Reqayê, şehîd bûbû. 

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan û dayîka şehîd Şoreş Amne Xidro axivî û got: “Zarokên me ji bo parastina ax û namûsê, canê xwe feda kir.”

Endamê Rêveber ê Meclisa Olî şêx Elî El Hesen jî axivî û got: “Maf bi rîca û hêviyê nayên xwestin lê bi xwîna şehîdan tên bidestxistin. Şehîd di dil û bîra me de nemir in.”

Endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Zagros Heleb jî soz da ku rêya şehîd Rizgar bidomîne.

Xizma şehîd Rizgar Nehle Mistefa axivî û got: “Şehîd Rizgar, wefadar bû. Dilsozê doz û hevalên xwe bû. Bi gelê xwe re durist bû. Bê teredud û bê dudulî li eniyên şer tê koşiya û giyanê xwe fedayî welat û gelê xwe kir.”

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Dûre girseyê cenazeyê şehîd spart axê.

(şx)

ANHA