Li Dirbêsiyê li dijî tundiyê panel

Kongra Star li bajarokê Sêgir ê girêdayî bajarokê Dirbêsiyê bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê panelek organîze kir.

Li Dirbêsiyê li dijî tundiyê panel
Li Dirbêsiyê li dijî tundiyê panel
Li Dirbêsiyê li dijî tundiyê panel
Li Dirbêsiyê li dijî tundiyê panel
Li Dirbêsiyê li dijî tundiyê panel
Li Dirbêsiyê li dijî tundiyê panel
Li Dirbêsiyê li dijî tundiyê panel
Li Dirbêsiyê li dijî tundiyê panel
Li Dirbêsiyê li dijî tundiyê panel
13 mijdar, 2024   19:59
HESEKÊ

Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê li gundê Cirêbe yê bajarokê Sêgir ê Dirbêsiyê bi beşdariya jinan û endamên Kongra Star bi diruşma ˋLi dijî tundiyê û komployan, Jin, Jiyan, Azadîˋ paneleke diyalogê li dar xist.

Di panelê de du mijaran; Civaka xwezayî û şêweyên tundiya li dijî jinan û rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê hatin nîqaşkirin.

Axaftina destpêkê ji hêla rêvebera Kongra Star a Dirbêsiyê Fatme Keleş ve hat kirin. Fatme wiha got: "Dem hatiye ku qeyd û bendên li dijî jinê hatine çêkirin werin şikandin."

Fatme wiha domand: "Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo bidestxistina azadî, pêkanîna edalet û wekheviya civakî bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, tê dikoşin."

Piştre endama Meclisa Bajarokê Sêgir Reca Mihemed mijara yekemîn a li ser ˋcivaka xwezayîˋ û rola jinan di vedîtin û pêşxistina rêbazên jiyanê ji kev heta roja îro de nîqaş kir.

Rêvebera Kongra Star a bajarokê Sêgir Leyla El Elî mijara duyemîn a li ser tundiya li dijî jinan di civakan de û şêweyên tundî û bandorên wê li ser qelsbûna rola aktîv a jinan di civakê de nîqaş kir.

Beşdaran diyar kir ku pêwîst e têkoşîn were bilindkirin, jinên cîhanê bibin yek ku tundiya li ser jinan sînordar bikin, hişyariya çandî were zêdekirin û dewreyên perwerdê ji jinan re werin lidarxistin.

Dûre daxuyanî hat dayîn û tê de biryara darvekirinê ya li dijî çalakger Werîşe Mûradî ji hêla desthilatên Îranê ve hat şermezarkirin.

Endama Kongra Star a Dirbêsiyê Silava Simo daxuyanî xwend. Her wiha girtina çalakger Werîşe Mûradî ji hêla Wezareta Îstîxbarata Îranê û îşkenceya wê bi hem û rê û rêbazan û dayîna cezaya darvekirinê li dijî wê hat şermezarkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin çalakgerên di Kongra Star de dê bibin dengê Werîşe Mûradî.

(fr)

ANHA