Li Dirbêsiyê ji bo piştgiriya YPJ`ê meşa girseyî

Bi sedan şêniyên Dirbêsiyê bi meşekê piştgiriya xwe ji bo Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) nîşan da û daxwaza tevlêbûna wan di Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de kir.

Li Dirbêsiyê ji bo piştgiriya YPJ`ê meşa girseyî
Li Dirbêsiyê ji bo piştgiriya YPJ`ê meşa girseyî
Li Dirbêsiyê ji bo piştgiriya YPJ`ê meşa girseyî
Li Dirbêsiyê ji bo piştgiriya YPJ`ê meşa girseyî
Li Dirbêsiyê ji bo piştgiriya YPJ`ê meşa girseyî
Li Dirbêsiyê ji bo piştgiriya YPJ`ê meşa girseyî
11 gulan, 2026   14:39
HESEKÊ

Kongra Star îro li Dirbêsiyê di çarçoveya çalakiyên piştgiriya YPJ`ê de meşek li dar xist. Bi sedan şênî, endamên saziyan, meclis û tevgerên ciwanan û jinan tev li meşê bûn. 

Meşê li Çerxerêya Jina Azad dest pê kir. Beşdaran pankartên "Em hemû YPJ ne", "YPJ nûneriya me dike" û "Jin şoreşa Rojava diparêzin" hilgirtin.

Beşdarên meşê ber bi Çerxerêya Gardînyayê ve meşiyan û li wir meş veguherî mîtîngê. Rêvebera Ofîsa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebîr Hesen li wir axivî û têkoşîna jinan di şoreşa Rojava de û rola wan a girîng di qonaxên cuda yên şoreşê de bi bîr xistin û got: "Yekîneyên Parastina Jin li Rojavayê Kurdistanê têkoşîneke mezin meşand û ji bo parastina herêmê û mafên jinan fedakariyên mezin kirin. YPJ hebûn û îradeya gel temsîl dike."

Meş bi dirûşmên ji bo piştgiriya YPJ`ê bi dawî bû.

(k)