Li dijî taxeke Silêmaniyê êrişa bi dron û mûşekan

Beriya çend kêliyan bi dron û mûşekan êrişê ser taxeke Silêmaniyê hate kirin. Hemdemê van êrişan şewateke mezin li devera Dûkan derket û welatiyên deverê banga li hewarçûyînê kirin.

Li dijî taxeke Silêmaniyê êrişa bi dron û mûşekan
17 tîrmeh, 2026   21:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê Ajansa Rojnews’ê ragihan ku êrişeke bi dron û mûşekan li ser devera Taslûce ya bajarê Silêmaniyê pêk hatiye. Di encamê de şewateke mezin li deverê derket û heta niha ziyanên şewatê nehat zanîn.

Li gorî heman ajansê, di heman demê de, li bax û rezên Casene yên li sînorê Dûkanê şewateke mezin derket û welatiyan banga alîkariya lezgîn kirin.

Hate ragihandin ku piştî êrişan, Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebû Bekir peyamek weşand û tê de got: “Em êrişên li ser Silêmaniyê û Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Herêma Kurdistanê û hikûmetên herêmî ne beşek ji şerê li herêmê ne.

Em ji welatiyan dixwazin ku nêzîkî cihê teqînan nebin û ji bo aliyên peywendîdar astengiyên trafîkê çênekin, da ku ew karibin karê xwe yê pîşeyî bikin.”