Li dijî serokê DYA’yê xwepêşandan

Li dijî Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump û polîtîkayên wî li gelek bajarên DYA’yê gel daket kolanan. Li Ewropayê jî xwepêşandan hatin lidarxistin.

Li dijî serokê DYA’yê xwepêşandan
6 nîsan, 2025   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li dijî Serokê DYA’yê Donald Trump û şêwirmendê wî Elon Musk, li DYA’yê zêdeyî 200 çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Komên li 50 eyaletên DYA’yê banga protestoyê kirin.

Çalakvanan liv û tevgera rêveberiya Trump a li hemberî koçberan, qutbûnên di saziyên federal û bernameyên hikûmetê de û polîtîkayên tarîfeya gumrukê rexne kirin. Bi dovîzên hatin hildan, bang li Trump hate kirin ku ji wezîfeyê were girtin.

Li paytext Washingtonê tenê bi hezaran çalakvan li parka National Mall a li nêzî Qesra Spî hatin ba hev û dovîzên mîna “Ne serokê min e!”, “Dest ji têkbirina Emerîkayê berdin!”, “Destê xwe ji hêza hiqûqê bikêşin” û “Dest nedin ewlehiya civakî” hatin hildan.

Li bajarên mîna New York, Atlanta, Boston, Miami û Charlotte jî protestoyên hîn mezintir hatin lidarxistin.

Li bajarên Ewropa yên mîna Berlîn, London, Roma û Parîsê jî li dijî hikûmeta Trump çalakî hatin lidarxistin.

Ji dema ku Trump hatî ser wezîfeyê û vir ve, xebatkarên federal di çapa mezin de ji kar derdixîne û Wezareta Perwerdeyê jî di nav de gelek sazî bi temamî girtin. Demokrat û pispor vê nêzîkatiya wî weke gefeke mezin a li dijî demokrasiyê dibînin.