JinNews: Di Adarê de herî kêm 24 jin hatin qetilkirin

Li gorî daneyên JinNews’ê, di mehekê de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê  herî kêm 24 jin û 4 zarok hatine qetilkirin, 14 jin û zarokek bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.

JinNews: Di Adarê de herî kêm 24 jin hatin qetilkirin
6 nîsan, 2025   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî çeteleya JinNews’ê ya meha Adarê, gumanbarên 5 jinan nêzîkatiya bi wan re nayê zanîn. 8 jin ji aliyê mêrê bi wan re zewicandî, du jin ji aliyê mêrê dest ji hev berdane, du jin di asta destberdanê de, jinek ji aliyê mêrê pê re dijiya, 3 jin ji aliyê mêrên ku berê bi wan re jiyane, 2 jin ji aliyê nas û jinek jî ji a aliyê bavê xwe ve hat qetilkirin.

Li Îzmîr 2, Amed 3, Aydinê 2, Kutahyayê 1, Şirnexê 1, Samsunê 1, Agiriyê 1, Stenbolê 4, Tekirdagê 3, Mêrdînê 1, Konyayê 1, Antalyayê 1, Mersinê 1, Karamanê 1, Çorumê jî 1 hatin qetilkirin.