Li dijî Senaayê 7 êrişên hewayî 

Balafirên Amerîkayê 7 êriş li dijî başûr û bakurê Senaa ya Yemenê pêk anî

Li dijî Senaayê 7 êrişên hewayî 
27 adar, 2025   10:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên Amerîkayê di saetên şevê de 7 êriş li dijî bakur û başûrê paytexta Yemen Senaayê pêk anîne

Ajansa Nûçeyan a Saba ya ser bi Hûsiyan  ve ragihand ku "Amerîkayê sê êrişên hewayî li ser herêma Cerban a li navçeya Senhanê û du êrişên hewayî li dijî herêma El Cumaymah a  navçeya Benî Heşîş ya li parêzgeha Sanaa pêk aniye. Li baregeha Dileymî ya hewayî ya bakurê Senaayê jî 2 êriş hatine kirin."

Hûsiyan duh ragihandibûn Amerîkayê di 24 saetên dawîn de 27 êriş li parêzerên Seida û Umran ên bakurê Yekemîn kirine.

 Di 15’ê Adarê de, Serokê Amerîka Donald Trump ragihand ku wî ferman daye artêşa welatê xwe ku "êrişeke mezin" li dijî Hûsiyên li Yemenê bide destpêkirin û gef qedandina wan xwaribû.

Hûsiyan ku jî bersiva gefa Trump dabû û diyar kir ku dê piştevaniya bi Xezayê re bidomînin, ev çend roj e Îsraîl û keştiyên li Deryaya Sor ên diçin Hûsyan dikin armanc.

Li gorî daneyên wezareta tenduristiyê ya Hûsiyan, duh 100 êrişên amerîkî li dijî Yemenê hatine kirin, di encamê de 55 kes hatin kuştin û 119 kes jî birîndar bûne ku di nav de jin û zarok hene.

(bb)