Îsraîl li başûrê Lubnanê erebeyek kir hedef: 1 kuştî

Hate ragihandin ku hêzên Îsraîlê li başûrê Lubnanê erebeyek bombebaran kir û di encamê de kesek hatiye kuştin û yek din jî birîndar bûye.

Îsraîl li başûrê Lubnanê erebeyek kir hedef: 1 kuştî
27 adar, 2025   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya lubnanî ragihand ku artêşa Îsraîlê du êvarî li bajarokê Marûb ê başûrê Lubnanê erebeyek bombebaran kir. Hate zanîn ku di encama êrişê de kesek hatiye kuştin û yek din jî birîndar bûye.

Ajansa National a Lubnanê (NNA) ragihand ku êrişa li dijî erebeyekê bi moşekekê hatiye kirin.

Tevî peymana agirbestê ku di Mijdara 2024’an de hatiye îmzekirin, artêşa Îsraîlê êrişên xwe yên hewayî li ser Lubnanê didomîne û Hizbullahê bi binpêkirina peymana agirbestê tawanbar dike.

(bb)