Li dijî Şamê û Siwêdayê êrişên hewayî

Artêşa Îsraîlê li Şamê û Siwêdayê cihên hikumeta veguhêz bombebaran kirin. Îsraîlê bang li hikumeta veguhêz kir ku ji Siwêdayê vekişe û piştgiriya xwe ji Durziyan re nîşan da.

Li dijî Şamê û Siwêdayê êrişên hewayî
16 tîrmeh, 2025   13:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser Xˊê ragihand ku balafirên artêşa Îsraîlê beriya çend kêliyan li Şamê û Siwêdayê nuqteyên hêzên hikumeta veguhêz a Şamê bombebaran kirin.

Radyoya artêşa Îsraîlê jî diyar kir ku ev êrişên hewayî di çarçoveya "bêçekkirina" li başûrê Sûriyeyê de pêk tên. Ruetersê jî destnîşan kir ku hemwextî gurbûna êrişên di navbera hêzên hikumeta veguhêz û komên Siwêdayê de, balafirên bêmirov ên Îsraîlê bajarê Siwêdayê bombebaran kir.

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Israel Katz diyar kiribû ku divê hikumeta veguhêz destwerdanê li kar û barên Durziyên ên li Siwêdayê neke û hêzên xwe paşde vekişîne.

Katz anîbû ziman ku artêşa Îsraîlê dê êrişên li dijî hêzên hikumeta veguhêz heta vekişîna wan ji Siwêdayê dewam bike û dibe ku di demeke nêz de asta bersivdanê bilind bike.

Li aliyekî din jî rêberê rûhanî yê Durziyan ê li Îsraîlê şêx Muwefeq Terîf bi peyamekê xîtabî hikumeta Îsraîlê kir û jê xwest ku divê hilbijêre ka dê piştgiriya Durziyan bike yan jî bi DAIŞˊê re hevkar be.

Ev rageşî li gel nakokiyên mezhebî yên zêde li başûrê Sûriyeyê pêk tên ku Siwêda herêma sereke ya Durziyan e.

(fr)