Li Kerkûkê jî dronek ket xwarê

Beriya demek kurt li nêzîkî bîra neftê ya Bay Hesen a li sînorê bajarê Kerkûkê, dronek kete xwarê.

Li Kerkûkê jî dronek ket xwarê
16 tîrmeh, 2025   13:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsê , beriya demek kurt li nêzîkî bîra neftê ya Bay Hesen a li sînorê bajarê Kerkûkê, dronek kete xwarê.

Hêjayî gotinê ye ku piştî şerê Îsraîl û Îranê, êrişên bidronan ên li ser Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê destpê kirin. Niha jî hedefgirtina bîrên petrolê û balafirgehan serîhildaye ku ev peyamek nû ya bi hêza aborî ya Herêmê ve girêdayî ye. Di danê sibehê de jî bi çar dronan hejmarek bîrên neftê yên li sînorê îdareya serbixwe ya Zaxo hatin hedef girtin. Lê heta niha ti alî û komekê berpirsyariya êrişan negirtiye li ser xwe.