‘Bîranînên Efrînê hîna zindî ne’

Rabîa Mihemed jî yek ji wan jinên koçber e ku bîranînên Efrînê dijî û bêriya pelên zeytûnê û axa xwe gundên xwe kiriye. Rebîa li benda vegera li Efrînê ye ku careke din bi cîran û xizmên xwe re li hev bicivin û biçin nava zêviyên xwe yên zeytûnan.

‘Bîranînên Efrînê hîna zindî ne’
‘Bîranînên Efrînê hîna zindî ne’
‘Bîranînên Efrînê hîna zindî ne’
‘Bîranînên Efrînê hîna zindî ne’
‘Bîranînên Efrînê hîna zindî ne’
‘Bîranînên Efrînê hîna zindî ne’
‘Bîranînên Efrînê hîna zindî ne’
‘Bîranînên Efrînê hîna zindî ne’
16 adar, 2026   07:40
HESEKÊ
ZEYNBE ŞÊXO

Rabîa Mihemed (64) ji malbata Ebdîn Çilo ye. Ji navçeya Mabeta ya Efrînê ye. Malbata Rabîa ji 5 kesan pêk tê, lê hevjînê wî demek dirêj e wefat kiriye. Rabîa 3 caran koçber bûye û niha jî li Hesekê di avahiya Şirketa Avê de dimîne

Şirketa Avê, dikeve taxa Salihîyê ya Hesekê, ava wê jî ji ava Elok dihate, lê ji 2019`an de hatiye qutkirin û şirket jî ji wê demê de ji xizmetê derketiye. Lê ji 2`yê kanûna 2024` an ve koçberên Efrînê di wir de bi cih bûne. Di wê şirketê de 43 malbatên Efrînî hene. Rabîa Mihemed jî benda vegera Efrînê ne.

RÊWÎTÎ Û ZEHMETIYÊN KOÇBERIYÊ

Xelkê Efrînê ji ber êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê, di 18`Adara 2018'an koçî Şehbayê hatin kirin.  Rabîa jî mîna koçberên Efrînê berê xwe dan Şehbayê û 7 salan di kampên koçberiyê de man. Di 2'ê kanûna 2024`'an ji ber êrişên komên çete yên li ser Şehbayê koçberên Efrînê careke din hatin koçberkirin. Rabîa Mihemed jî berê xwe da bajarê Hesekê û li avahiya Şirketa Avê di odeyeke biçûk de bi cih bûye.

Rebîa Mihemed bi van gotinan behsa rêwîtiya koçberiyê dike "Di navaa 8 salan de me gelek zehmetî dîtin. Dema em dibêjin kon, tenê dilê koçberan diêş e. Gelek îş hatin kişandin. Dema em li Şehbayê bûn zehmetî hebûn, lê kemtir bûn. Ji ber ku me demên xwe bi komkirina giya derbas dikir. Ya herî girîng jî em nêzî Efrînê bûn."

 `XEWN Û XEYALÊN EFRÎNIYAN`

Bîranên Efrînê her di hizirê Efrîniyan de zindî mane.  Rabîa Mihemed jî yek ji wan jinên koçber e ku her bi wan bîranînan re dijî. Rabîa wiha got:" Bîranînên me yên Efrînê gelek in. Me bêriya pelên zeytûnê û axa xwe kiriye. Dema em diçûn bin darên zeytûnê  em li hev diciviyan û me behsa gelek xeyalên xwe dikirin. Em vegerin Efrînê û wê hemû hest û hesretên me bi dawî bibin. Em ê careke din bi cîran û xizmên xwe re bicivin. Hesreta min xizim û cîranan xwe bibînin û biçin nava zêviyên xwe yên zeytûnan."

`DAXWAZA WAN VEGERA BI ASAYÎŞÊ RE YE`

Rabîa jî li benda vegerê ye ji bo bikarê wekê kerwana ku di 9’ê Adara 2026 ‘an de vegeriyan Efrînê û wiha got: "Em bang li tevahî cîhanê dikin bila komên girêdayî dewleta Tirk ji Efrînê vekişin da ku ewlehî di Efrînê de bê peydakirin. "

ANHA