Li dijî dagirkerî û xiyanetê banga serhildanê

Şêniyên Dirbêsiyê bang li gelê Kurdistanê kir ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê dakevin qadan.

Li dijî dagirkerî û xiyanetê banga serhildanê
23 tîrmeh 2024   03:45
HESEKÊ
CAN ELEWÎ

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê şermezar kirin û li dijî dagirkerî û xiyanetê banga serhildanê li gelê Kurdistanê kir.

Şeha Şêxî diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên li ser Başûrê Kurdistanê tunekirina gerîla û gelê Kurd e û got: "Gerîla zarokên vî gelî ne. Em êrişên li ser wan qebûl nakin. Em ê heta dilopa dawî ya xwînê piştgiriya wan bikin."

Ednan Mihemed bêdengiya hikumet Iraqê ya li hemberî dagirkirina gund û bajarokên Başûrê Kurdistanê şermezar kir destnîşan kir ku helwesta malbata Barzanî ku di êrişên li ser gerîla destekê dide dewleta Tirk a dagirker nayê qebûlkirin.

Ednan Mihemed bi bîr xist ku gerîla ji dehên salan ve wekî hêzekî fedaî ye ku di oxira azadiya gelan û mîsogerkirina mafên wê de tê dikoşe û ev bang kir "Divê em xeta gerîla bişopînin.”

Welatiya bi navê Foza Yûsif êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd  wekî berdewamiya komploya navnetewyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi nav kir û got, dewleta Tirk a dagirker ji durxistina Rêber Abdullah Ocalan ji gel armanc dike berjewendiyên xwe li herêmê pêk bîne.

Li gorî Fozayê, avakirina baregehên dagirkeriyê li ser xaka Başûrê Kurdistanê wekî "mêtingeriyeke nû" bi nav kir û got: "Armanca dewleta Tirk ji avakirina van baregehan ew e ku gundan ji niştecihên wê vala bike. Ji gelê Kurdistanê tê xwestin ku li dijî dagirkeriyê û êrişên dagirkeriyê dakevin qadan."

(mg/bb)

ANHA