Li dijî CPTˊyê li Strasboûrgê ciwanên Kurd çalakî li dar xist

Ciwanên Kurd bi daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan, li dijî CPTˊyê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xist.

Li dijî CPTˊyê li Strasboûrgê ciwanên Kurd çalakî li dar xist
22 sibat, 2024   20:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Komek ciwanên Kurd ketin avahiya CPTˊyê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê û ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan çalakî pêk anîn.

Çalakvan bi posterên Abdullah Ocalan û pankartên azadiya Ocalan ketin nava CPT’yê û tevî astengiyan çalakiya xwe berdewam kirin.

Xwepêşandan danê sibehê saet di 10:00’an de dest pê kir û bi qasî 2 saetan dewam kir. Polîsan bi xazê û çopan êrişî çalakiya ciwanan kir.

Ciwanan têkildarî çalakiyê daxuyanî dan û gotin, “Rêber Apo 25 sal e di pergala êşkenceyê ya Îmraliyê de dîl tê girtin. Ev rewşa esaretê tê xwestin ku li ser tevahî gelê Kurd bê ferzkirin. Bi tu şert û mercî destûr nayê dayîn ku Rêber Apo bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Qaşo Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) guh nade pêkanînên li derveyî mirovahiyê yên li Îmraliyê. Parlamentoya Ewropayê biryarên ku distîne bi cih nayîne. Parlemento CPT’yê tevnagerîne.

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Em ciwanên Kurd bi vê çalakiyê diyar dikin ku divê Ewropa dev ji vê polîtîkaya qirêj a li ser Rêber APO berde."

Ciwanan diyar kirin ku ew ê çalakiyên xwe bidomînin û gotin, “Dest ji siyaseta xwe ya derqanûnî berdin. Gelê Kurd li hemberî we dê serî netewîne.”