Li Dihokê agir bi kampa penaberên Şengalê ket

Di danê sibehê de li kampa penaberan ya Bêrsîvê ya li sînorê îdareya serbixwe ya Zaxo ya ser bi parêzgeha Dihokê ku penaberên Şengalê lê diman, şewat derket. Di encamê de sê çadir şewitîn.

Li Dihokê agir bi kampa penaberên Şengalê ket
6 îlon, 2025   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Parastina Sivîl ya Zaxo ragihand ku danê sibehê saet 07:20’an de li kampa penaberan ya Bêrsîvê ya li sînorê îdareya serbixwe ya Zaxo ya ser bi parêzgeha Dihokê ku penaberên Şengalê lê diman, şewat derket.

Hate diyarkirin ku di encama şewatê de 3 çadir şewitîn, lê tu ziyanên canî çênebûn. Tîmên agirkuj karîne şewatê kontrol bikin.

Hêjayî gotinêye ku piştî êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya di sala 2014’an de, li gel qetilkirin û revandina bi hezaran Êzidiyan, gelek Şengalî koçberî deverên Başûrê Kurdistanê bûn. Bi taybet li parêzgeha Dihokê niştecihbûn. Kampa Bêrsîvê jî yek ji kampên penaberên Şengalê lê niştecihbûneye. Tevî astengiyan heya niha bi hezaran malbat vegeriyane Şengalê, lê hîn jî hinek malbat di kampên Herêma Kurdistanê, taybet yên li Dihokê de mane.