Li Derya Manşê trajediyeke nû ya koçberiyê

Li bakurê Fransayê trajediyeke nû ya koçberiyê rû da 3 koçberan jiyana xwe ji dest dan, 3 jî winda bûn.

Li Derya Manşê trajediyeke nû ya koçberiyê
10 îlon, 2025   14:14
NAVENDA NÛÇEYAN 

Di şeva Sêşem-Çarşemê de di 2 qezayên cuda de 3 koçberan jiyana xwe ji dest dan, 3 jî winda bûn.

Waliyê Pas-de-Calaisê Laurent Touvet ragihand ku du ji kesên jiyana xwe ji dest dan, zarok bûn. Bûyer li peravên Sangatteyê rû da ku li nêzî Calaisê ye.

Li peravên Neufchatel-Hardelotê jî di bûyereke din de 3 koçber winda bûn û kesek ku li ber xeniqînê bû ji aliyê jendermeyan ve hate rizgarkirin. Îsal herî kêm 23 kes dema hewl dan ji Derya Manşê derbas bibin, jiyana xwe ji dest dan.

Li herêma Kent a bajarê Îngilistanê roja Sêşemê cenazeyê jineke koçber li perav hatibû dît