Li Qudseya ya Şamê dengê teqînek xurt hat bihîstin

Li devera Qudseya ya nêzî Şamê dengê teqîna xurt hat bihîstin. Tê texmînkirin ku sedema teqînê ya bermahiyên şer an jî perwerdeyên leşkerî ye.

Li Qudseya ya Şamê dengê teqînek xurt hat bihîstin
10 îlon, 2025   14:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li devera navbera Meşrû Dumer û taxa Qudseya ji aliyê herêma Dîmas ve ya gundewarê Şamê ve dengê teqînek xurt hat bihîstin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecihî dane ajansa me, sedema teqînê hîna nehatiye zelalkirin, lê tê texmînkirin ku teqîn an ji ber perwerdeya leşkerî yan jî bermahiyên şer e, ku cihekî artêşa berê bû.

Ev teqîn, digel êrişên Îsraîlê yên berdewam li dijî nuqteyên li hundirê Sûriyeyê pêk tên. Îsraîl ji 8ˊê Kanûna 2024ˊan ve deverên li Sûriyeyê bombebaran dike, herî dawî jî 8ˊê Îlonê bû.

(fr)