Li deriyên Dêrazorê bi sedan kes asê mene

Hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê rêya di navbera rojava û rojhilatê çemê Firatê de giritye, bi sedan welatî li her du aliyên çem asê mane.

Li deriyên Dêrazorê bi sedan kes asê mene
10 ÇILE, 2026   22:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavdêriya Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku bi sedan kes li ber " rêya axî"  ya di navebera rojava û rojhilatê çemê Firatê  de asê mane, ji ber ku çekdarên hikumeta demkî nahêle ew derbas bibin.

Li gorî SOHR`ê bi dehan malbat, di nav wan de jin, zaok, kal, pîr û nexweş jî hene, li ber çem asê mene.

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê 3 roj in, hemû deriyên di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên din ên Sûriyeyê de girtine.

(k)